Rojava News: Piştî ku Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê karîn roja bihorî xeta sînorî ya Cerablus û Ezazê bi timamî kontrol bikin, niha her du alî amadekariyan dikin da ku berê xwe bidin Marih û Babê.
Li nêzîkî sînorê hevbeş ê Tirkiye-Sûriyê, alozî di navbera Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê li milekê û çekdarên rêxistina DAIŞê li milê din de berdewam e.
Duh ykşemî 4ê Îlon a 2016, di çarçoveya operasyona bi navê Mertala Firatê de, Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê karîbûn derdora bajarokê Elraî li rojhilata bajarê Ezazê bi timamî kontrol bikin û xeta sînorî ya ji Cerablus û heta Ezazê bixin bin destê xwe.
Çekdarên DAIŞê duh hewl dan ku çend gundên derdora bajarokê Elraî ji destê Artêşa Azad a Sûriyê derbixin, lê tankên Artêşa Tirkiyê ew dane ber topan, herwiha ji nav sînorê Tirkiyê jî Artêşa Tirkiyê bi top û hawinan cihên çekdarên DAIŞê kirin armanc.
Di heyama 2 rojên borî de 70 otomobîlên Artêşa Azad a Sûriyê bi çekên giran ve ji Tirkiyê ve derbasî nav axa Sûriyê bûne.
Li gorî agahiyan, niha piştî kontrolkirina xeta sînorî ya Ezaz-Cerablusê her du aliyên Artêşa Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyê xwe amade dikin, ku berê xwe bidin bajarokê Marih û bajarê Babê yên li başûrê Elraî.