Print this page

DAIŞê êrîşa xwekujiyê li dijî ASAyê pêk anî: 3 mirî 6 jî birîndar

02:39:23

 

Rojava News: DAIŞê li başûrê El Raiyê li gundê El Wiqûfê bi wesayiteke bombebarkirî li hemberî biryargeha Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) êrîşeke xwekujiyê pêk anî.

Hat ragihandin ku DAIŞê îro berbê êvarê di derdora saet 17.00a de li gundê El Wiqûfê yê li başûrê El Raiyê bi wesayiteke bombebarkirî li dijî biryargeha ASAyê êrîşeke xwekujiyê pêk anî û di encama wê êrîşê de 3 endamên ASAyê hat kuştin.

Ji aliyê din ve li derdora gundê Hewahoyukê şerê û pevçûnên di navbera ASA û DAIŞê de dijwartir dibe û di van şer û pevçûnan fermandarê ASAyê Zekeriya Karsli jî di nav de 6 kes birîndar bûn.

5 gundên li başûr û rojhilatê El Raiyê ji destê DAIŞê hatin girtin û hat diyar kirin ku 2 wesayitên bomber barkirî yên DAIŞê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin îmha kirin. Li gorî agahiyan endamên ASA yên birîndar jî bi ambûlansan ji bo nexweşxaneyên li Kilîsê hatin şandin.