Print this page

İdlib: Balafirên şer li gunda dan!

13:42:56

 

Rojava News: Balafirên şer yên Rêjîma Sûrî, duh êvarî, bi roketên valahî û reşaşên giran gundewarê Idlibê topbaran kirin, û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl birîndar ketin.

Di encma topbaranê bajarê Binişê li gundewarê Idlibê yê bakur malên sivîlan  wêran bûn û gelek welatî birîndar bûn.

Herweha, balafirên şêr bi reşaşên giran avahiyên bajarê Xan şêxûn û bajarokê Sikêk û gundê Temanie li gundewarê başûr topbaran kirin,û di encamê de malên sivîlan wêran bûn.