4:56:49 PM
RojavaNews: Duhî roja çarşemê 7/9/2016 li Londonê û li ser banga borîs Conson wezîrê derve yê Birêtaniya, desteya bilind Nêrîna xwe ya li ser çarçova cêbcêkirina piroseya siyasî li Sûriyê pêşkêş kir.
Riyad Hicab Hevrêzê giştî yê desteyê di pêşgotina xwe de amaje kir bi guhertinên kûr yên li devera Erebî dibin, û herwiha bandora wan li ser têkçûna rewşa ewlehî û ya mirovî li Sûriyê, û li ser ewlekariya herêmê û ya navdewletî, ku qeyrana penaberiyê li dewletên rojava û yên ereban bi rêjeyeka bilind zêde bûye, û têde metirsiya leşkerkirina ciwanên Ewropa û ji dewletên din di nav rêzên DAÎŞ'ê de zêde dibe, hevdem ku miletên ziyandar di bêhêvîbûnê de dijîn piştî têkşikestina civaka navdewletî û rawestandina binpêkirinên dibin di derheqê wan de.
Hicab tekez kir ku çareseriya rewşa Sûriyê dûrî van guhertinên li herêmê dibin nabe, û bal kişand ku mana rêjîmên stemkar dibin metirsî li ser sîstema asayîşa navdewletî, nemaze di Sûriyê de ku hêjî Esed û desteka xwe rijdin li ser mana desthilatê tevî jidestdana dad û serwerî û zalgeha xwe.
Ji bona piştgiriya bizavên navdewletî yên çareserkirina van metirsiyan; Hicab amaje kir ku desteya bilind ya danustandinan rabû bi standina biryarek stratîjîk ji bona berdewam be ber bi pêvajoya aştiyê, ku di mawê çend heyvên bûrî de, rabû bi amadekirina pilana veguhestina siyasî bi rêka piroseya danustandinan ku wê destpê bike bi çûna Esed û desteka wî ya dest heyî di tawan û kuştaran de li dijî gelê Sûriyê û radestkirina hemû desthilatên cêbicêkar bo desteya hikumraniya veguhêz, û wê ew desteya hikumraniyê rabe bi avakirina sîstemekî firealî bi beşdariya hemû pêkhateyan bêcudahî û dûrxistin li ser binamayê welatîbûnê û serweriya yasa û dadweriyê û azadiya ragihandinê, û têde artêş û hêzên çekdar bêne bêalîkirin ji siyasetê, û dezgehên asayîşê bibin dezgehên pirofîşînal ji bona parastina serwerî û serbixweya dewletê û parastina azadiya giştî.
Herwiha di lênêrînê de, çareserkirina sercem pirsgirêkên komeleyatî hatine, wek destpêkirina diyaloga niştimanî û vegerandina penaber û koçberan û danîna mîkanîzmên destûrî û yasayî bo misogerkirina mafên hemû welatiyan, û têde jin bi hemû mafên xwe yên giştî şad bibe û herwiha beşdariya wê di hemû dezgehên dewletê û navendên çêkirina biryaran de bête gerantî kirin.