Rojava News: Di van 2 hefteyên dawiyê da 10 hezar welatiyên Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî ji deriyê sînor ê Cîlvegoziyê ra derbasî Tirkiyeyê bûn.
Li gor agahiyên ku hatin sitendin, welatiyên Sûriyeyê ji ber şerê ku li herêmên nêzîkî sînorê Tirkiyeyê di navbera hêzên Esed û dijbereyan didomê xwe dispêrin Reyhanliya navçeya Hatayê.
Sûriyeyiyên ku li gund û bajarokên dorberê Îdlibê dijîn piştî kontrola pasaportan ji deriyê sînor ê Cîlvegoziyê derbasî Tirkiyeyê dibin.
Di van 2 hefteyên dawiyê da 10 hezar welatiyên Sûriyeyê ji deriyê sînor ê Cîlvegoziyê ra derbasî Tirkiyeyê bûn.