01:47:29
Rojava News: Şer û pevçûnên giran di navbera Artêşa Sûriyê û çekdarên Dijbereyê de li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê berdewam dike û hat ragihandin, ku gulleyekê topê ya Artêşa Sûriyê li nav axa Tirkiyê ketiye.
Li gorî zanyariyan, li herêma Çiyayê Kurdan (Cebel Ekrad) a li parêzgeha Laziqiye ya Sûriyê, di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyê û çekdarên girêdayî komên Dijbereya Sûriyê de şerekî giran derketiye.
Hat zanîn, ku her du alî bo kontrolkirina hin deveran, bi top û çekên din ên giran êrişî hev dikin.
Şerê navbera her du aliyan nêzîkî sînorê hevbeş ê Tirkiye-Sûriyê, sînorê parêzgeha Hetay a Tirkiyê bûye. Ji ber şer û pevçûnên giran û topbarankirina çeperên hev ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyê û Dijbereyê ve, gulleyeke topê ya Artêşa Sûriyê di nav axa Tirkiyê de ket.
Li gorî agahiyan, ew gulleya tope îro danê êvarî saet 16:00 li çoleke devera Topraktutun a li navçeya Yayladag a Hetayê kete xwarê.
Rayedarên Tirkiyê ragihandine, ku di encama ketina wê gulleya topê de ti kuştî û birîndar tinebûne.
Medyaya Tirkiyê jî ragihand, ku yekîneyên sînorî yên Artêşa Tirriyê piştî ketina wê gulleya topê, çeperên Artêşa Sûriyê li sînorê parêzgeha Lazqiyeyê topbaran kirin.