Print this page

Li Sûriyê agirbest destpêkir

23:57:25

 

Rojava News: Rêkeftina agirbestê li Sûriyê di navbera Amerîka û Rûsya li Sûriyê bi rezamendiya rêjîma Sûriyê tê cîbicîkirin.

Amerîka û Rûsya li agirbestê rêkeftin, bi şêweyekî rêjîma Sûriyê neçarkiein ku şerê xwe li dijî çekdarên opozisyonê rawestîne.

Îro 12 Eylûlê, agirbest ket ware cîbicîkirinê, rêjîma Sûriyê jî rezamendî li vê agirbestê daye di heman demê dê hêzên opozisyonê jî rezamendî li ser agirbestê dane.

Yek ji mercên rêkeftinê ew e ku, hêzên hemû aliyan li cihên xwe bimînin û pêşveneçin, bi mebesta ku rê jibo derbasbûna alîkariyên mirovî jibo deverên dorpêçkirî bitaybet bajarê Helebê.

Rêkeftina agirbestê li Sûriyê di navbera Amerîka û Rûsya de, bordûmana li ser baregehên rêkxistinên terrorist wek DAIŞ û Berya Fetha Şamê (Berî niha navê wê Bereya Elnusra bû û ser bi rêkxistina Elqaîda vebû.” Li xwe nagre.

Şerê Sûriyê di meha Adara 2011 de di navbera çekdarên opozisyon û rêjîma wî welatî destpêkir û heta niha bûye sedema kuştina derdûra 400 hezr kes jibilî bi milyonana penaber û Koçber li Sûriyê.