Print this page

Cejna Dêrezorê bi xwîn derbas bû!

12:55:13

 

Rojava News: Çakdarên DAIŞê di yekemîn roja Cejna Qurbanê de, li bajarê Dêrezorê 15 kes bi tometa sîxûriyê kuşt.

Pêgehên DAIŞê di torên civakî de dîmenên serjêkirina 15 kesan belav kirin. Ew dîmen di yekemîn roja Cejna Qurbanê de li bajarê Dêrezara Sûriyê hatine girtin.

Dîmenên vê carê ji yên berê cuda ne û kesên têne serjêkirin wek lawiran dibin qurbanî û  bêyî ku serên wan bi tevahî jêve bikin, tên daliqandin û avê pêde dikin.

Tê gotin ku ev kes bi tometa sîxûriyê hatine sizakirin.