01:43:06
Rojava News: Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirov ragehand ku, ji meha Adara 2011 heta niha bêhtir ji 300 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin.
Îro 13 Eylûlê, Rewangeha Sûriyê bo Mafê Mirov raportek nû nû derbarê qurbaniyên cenga Sûriyê belavkir û têde ragehand: “Hejmara ziyanên mirovî ku rewangehê karîbûn wan tomar bike, ji meha Adara 2011 heta 12.09.2016 gihşte 301781 kes hatine kuştin.”
Berî niha Rewangeha Sûriyê ku navenda wê li welatê Brîtanya ye, amarek belavkiribû û têde ragehandibû ku, heta meha Temûza borî nêzîkî 292 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin.”
Daxuyanî eşkere jî dike ku, di nav kuştiyan de 15099 zarok û 10018 jin hene, herwiha 52359 çekdarên DAIŞê û girûpên Isalmî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û 107054 leşkerên rêjîma Sûriyê û milîsên ser bi rêjîmê ve hatine kuştin ji wan 1321 endamên milîsên Huzb Ellah jî hene.
Herweha hatiye gotin, nasnameya 3645 kesên kuştî jî nediyare.