1:28:44 PM
RojavaNews: Li bajarê Çanakkale yê Tirkiyê çend kocberên dixwestin biçin Yûnanistanê hatin girtin.
Hêzên Ewlekariya Deryayî ya Tirkiyê li navîçeya Ayvacika Çanakkaleya 47 kocberên ku dixwestin derbasî girava Midilî ya Yûnanistanê bibin girtin.
Hat ragihandin ku piraniya kesên dixwestin bi qaçaxî ji Tirkiyê ber bi Yûnanistanê ve biçin, xelkên Afrîqiyayê ne û ji, Gîne, Kamerun, Gana, Kongo, Haîtî û Malî ne çûne.
Herwiha hat gotin di nava wan de çend kesên ji Sûriyê jî hebûn.
Piştî ku Ewlekariya Deryayî ya Tirkiyê ew girtin, dest danîn ser belama ku bi diçûn û koçber hemû vegerandin navnenda koçberan a li Ayvacikê.
Wek tê zanîn roja 18ê Adarê di navber Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de derbarê astengkirina derbasbûna koçberan ji Tirkiyê ber bi welatên Yekîtiya ewropayê ve rêkeftin hatibû îmzekirin.