Print this page

Rûsya: Agirbest 53 caran hat îhlal kirin

10:57:45

 

Rojava News: Navenda çavdêriya agirbestê ya Rûsyayê diyar kir ku li herêmê Lazkiye, Hûmis û Hamayê bi nûnerên 8 cihên din re peyman hat danîn û dest nîşan kir ku bi vî awayî hejmara herêmên beşdarî pêvajoya agirbestê bû, gihîşt 640î.

Di daxuyaniyê hat ragihandin ku agirbest di 24 saetên dawiyê de 53 caran hat îhlal kirin û hat gotin ku rêxistinên çekdarî yên deryasayî li herêmên Heleb (26), Şam (8), Hama (5), Der'a (2), Lazkiye (5) û Hûmisê (7) li dijî cih û warên mayînê û sengerên artêşa hikumetê êrîş hat pêk anîn.

Navendê derbirî ku artêşa Sûriyeyê û Hêzên Hewayî yên Rûsyayê li dijî herêmên ku dibe komên mixalîf lê bicih bibûya êrîş pêk anîn.

Ji aliyê din ve hat zanîn ku ji bo cih û warên li herêmên Zama û Hama yên girêdayî Lazkiyeyê nêzîkê 5 ton alîkariya mirovî hat şandin.