Print this page

Rûsya îdîa dike: Terorîst amadekariya êrîşeke kîmyewî li Helebê dikin!

Rojava News: Generalê Daîreya Operasyona Sereke ya Sererkaniya Rûsyayê Vîktor Poznihir ragihand ku terorîst amadekariya xwe dikin ku li Helebê êrîşên kîmyawî pêk bînin û wî tiştî têxin stûyê Artêşa Sûriyeyê.

Rayedarê rûs di civîneke çapemeniyê de axivî û got: "Li gorÎ agahiyên ketine destê me, komên terorîst li rojhilatê Helebê amadekariya karên provakatîv li dijî Artêşa Sûriyeyê û jîngehan dike.

Poznihir teqez kir ku delîl di destên wan de hene ku yekîneyên girêdayî El-Nusra êrîşî konvoya alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî kiriye.