13:33:04
Rojava News: Serokê DYAyê Barack Obama ragihand ku dema li hember leşkerên amerîkî tehdîteke rasterast rû ne de wê ti leşkerên din neşînin Sûriyeyê.
Obama beşdarî bernameyek CNNê bû û li wê derê derbarê rojevê de hin nirxandin kir. Obama derbarê şerê Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku ‘pêşaniya wan ewlehiya leşkerên amerîkî ye' û wiha pê de çû: ‘Li her deverê cîhanê tiştên xirab diqewimin. Divê binêrin ku şandina leşkerên amerîkî yên bo herêmên bi talûke wê encameke baş bide an nede?'
Obama diyar kir ku hay ji rexneyên li ser politikaya Sûriyeyê ya Amerîkayê heye û got hemû alîyên li Sûriyeyê bi awayekî saxlem senger girtine, lewma jî şandina hejmarek zêde ya leşkerên amerîkî wê nebe sedema rawestandina şer.
Obama diyar kir ku çareseriyek leşkerî e mimkun e lewma jî divê aliyên li Sûriyeyê bi rêya dîplomasiyê li hev bicivin û li çareseriyek rastîn bigerin. Lewra rêyek baştir tune ye.
Li ser pirsa ku ‘Hûn çima qet nabêjin ‘terora Îslamî' Obama got ev gotineke tewşe û lewma jî wî ti caran bikar neaniye.
Obama destnîşan kir ku komên terorîst yên wekî DAIŞ û El Qaîde Îslamê ji bo berjewendiyên xwe Îslamê manipule dikin û wiha pê de çû: ‘Ew jin, zarokan dikin koleyên seksê û wan dikujin. Ew Misilmanan jî dikujin. Ti hinceteke dînî nîne ku van tiştan meşru bike.'
Obama diyar kir ku komên terorîst yên wekî DAIŞê ku dibêjin ‘em Misilmanan temsil dikin' Misilmanan temsil nakin û ti eleqa wan jî bi Îslamiyetê tune ye.