6:26:17 PM
RojavaNews: Di çarçoveya operasyona "Mertala Feratê" Tirkiyê hezar çekdar bi armanca proseyeke taybet û nehênî şande Sûriyê.
Li gor zanyariyên Rojnameya "Independent" a Brîtanî ragehandî Artêşa Tirkiyê bi piştevaniya opozîsyona Sûriyê û bi armanca avakirina navçeyeke Tampon hezar çekdarên xwe di çarçoveya operasyona Mertala Feratê şandine bakurê Sûriyê.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan berî niha ragehandibû ku, ewê li ser operasyona "Mertala Feratê" Berdewam bin, li Gor rojnameyê diyarkirî ku, Tirkiyê dixwaze cemê Firatê jî derbas bike lê ew navçe di destê Kurdan de ye.
Di 24ê Tebaxa borî de Tirkiyê ligel çekdarên Opozîsyona Sûriyê dest bi operasyona Mertala Feratê kirin û bajarê Cerblusê ji dest DAIŞ kontirolkirin.