Print this page

NY: Taxên Helebê yên rojhelat “Dorpêçkirî” ne

4:07:26 PM

RojavaNews: Netewên Yekbûyî ragihand ku taxên Helebê yê rojhelat weke deverin dorpêçkirî hatin nirxandin, ji ber dorpêçkirina wan, û zehmetiya gihandina alîkariyan bo wan taxan, û astengkirina tevgera sivîlan di wan taxan de, di dema ku Rêjîma Sûrî kêmkirina êrîşên asîmanî li ser deverên hêzên di bajêr de.

Ev yek tê piştî du rojan ji rawestandina Amerîka ji gotûbêjên di nav Waşinton û Mosko de, di dema ku Rûsiya du gemiyên leşkerî şandina Sûriyê da ku tevlî hêzên wan di deryaya Spî de bibin.

Ji aliyê xwe ve Ferensa ragihand ku ew amadekariya projeyekê dike da ku pêşkêşî Encumena ewlehiyê bike, bi armeca rawestandian şer, û peydekirina agirbestê di Helebê de, û gihandina alîkariyan bo sivîlên bajêr.

Netewên Yekbûyî derbarê topbaran karwana alîkariyan li gundewarê Helebê yê rokava ragihand ku ew bi rêya êrîsek asîmanî hate topbarankirin, bê ku aliyê berpirs eşkere bike.