11:04:00
Rojava News:Rêkeftina serbazî ya navbera Sûriye û Rûsyayê ji aliyê parlamentoya Rûsyayê (Dûma) ve hat pesendkirin.
Ew rêkeftina ku havîna par di navbera Sûriye û Rûsyayê de di warê serbazî û bicîhbûna hêzên Rûsyayê li Sûriyê de hatibû îmzekirin, ji aliyê Dûmaya Rûsyayê ve hat pesendkirin.
Li gorî wê rêkeftinê, Rûsya dikare “bê sînor” li Sûriyê bimîne û kîjan hêza ku bixwaze, li wî welatî bicîh bike.
Rêkeftina serbazî ya navbera Şam û Moskowê, meha Tebaxa îsal ji aliyê serokê Rûsyayê ve radestî Dûmayê hatibû kirin.
Hêzên Rûsyayê li navenda serbazî ya Himêmîm li başûrê bajarê Lazqiye yê Sûriyê bicîh bûne.
Balkêş e ku pesendkirina rêkeftina han di demekî de ye ku peywendiyên Amerîka û Rûsyayê ji ber Sûriyê aloz bûne.