Print this page

Rûsya ji bo Sûriyeyê pêşnûmayek pêşkêşî NY kir

13:08:25

 

Rojava News: Nûneriya Daîmî ya Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo li Sûriyeyê agirbest were ragihandin pêşnûmayek peşkêşî Neteweyên Yekbûyî kirine.

Nûneriya Daîmî ya Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo li bajarê Helebê yê Sûriyeyê agirbest were ragihandin li hemberî alternatîfa peşnîyara Fransayê wan jî pêşnûmayek peşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî kirine û dê îro piştî nîvro were dengdan.

Li gorî daxuyaniyê piştî mûzakerekirina pêşnûmaya Fransayê wê pêşnûmaya Rûsyayê jî were mûzakerekirin.

Li gorî nûçeya TASSê, di pêşnûmaya Rûsyayê de wekî ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura jî pêşniyar dike, derxistina milîtanên Fetih El Şam (El Nûsra) ji rojhilatê Helebê tê pêşniyarkirin.

Her wiha di pêşnûmayê de ji bo Helebê banga alîkariya însanî, agirbesta 9ê Îlonê ku Rûsya û Amerîka li ser li hevkiribû jî cih digire.