2:51:51 PM
RojavaNews: Stêrka Hollywood “Lindsey Lohan” di serdana xwe de ya duyem ji mala pemaberên Sûrî re “Mihemed Hisên” li navçeya Sultan Beyli ya bi ser bajarê Istanbulê de diyar kir, ku ew pir kêfxweşe bi serketinên ku Hikûmeta Tirkiya kiriye di mijare alîkariya penaberen sûrî de, û pêkanîna pêdiviyên wan yên perwerde, tenduristî û malgehî de di dema ku hemû cîhanê guhê xwe li ber qîrînên wan girtiye.
Lohan diyarî dan hemû zarokêm malbata Husên, û amaje kir ku cara duyeme tê serdana wan piştî ku di cara yekem de rewşa mala wan pir dijwar bû beriya Heftiyekê dema ku serdana wan kiribû dîsa.
Lohan di ragihandina xwe de ji ajansa Anadoul re got: “beriya çend rojan ez dîsa li serdana mala Husên bûm, û niha ez hatime çimkî rewşa wan pir dijwar bû, bav, Husên di dest û lingen xwe de seqet e, û rola dê û bav di heman demê de bi zarokan dilîze, em nûnêr û hunermend hewldidin ku dengên penabe®ên sûrî di rêya awayên veguhestina civakî de bighînin cîhanê, û divê em vî tiştî baş bikar bikin ta hemû cîhan dengên van penaberan guhdar bikin.”
Derbarê alîkariyê ku hikûmeta Tirkiya bi penaberen sûrî re kirine Lohan weha got: “hikûmeta Tirkiya pir biserketî ye di vî mijarî de, û pir penaberên sûrî bicih û war kirine, di dema ku hejmarek mezin ji welatên cîhanê guhên xwe li ser qîrînên wan digrin, tiştê Tirkiya ji penaberan re kiriye, welatên mezin di cîhane nekirin.”