Print this page

Kwalisyona Sûrî e ji Netewên Yekbûyî xwest ku Stîvan Dîmistora biguhere

4:54:53 PM

RojavaNews: Hikûmeta  demkî ya Kwalisyona sûrî di daxuyaniyekê de dozê ji netewên yekbûyî dike ku şanderê navdewletî ji bo sûriyê stîvan dîmistora ji posta wî dûr bixe.

Wê daxuyaniyê diyar kir ku Kwalisyonê têkilî û  danûstendinên xwe bi dîmistora  û tîma wî re rawestandin ne.

Kwalisyonê tekez kir, ku daxuyaniyên dîmistora derbarê rewşa helebê piştgiriya rêjîma esed û rûsiyayê dikin.