Print this page

NY banga çareseriya trajediya Sûriyeyê kir

 

Rojava News: Nûnerê NY ê Sûriyeyê Staffan de Mistura li Cenevre di civîneke ragihandinê de got;  "Çareseriyek ji me re pêwîst e, lê hê li holê çareseriyek nîne.”

Mistura beriya bangê, roja Çarşemê bi Wezîrê Karên Derve John Kerry û roja Pêncşemê jî bi Wezîrê Karên Derve Cevad Zarîf re rûnişti bû..  

Berpirsê NY, bîlançoya şerê li Sûriyeyê jî eşkerekir.:

Li gor vê pêwîstiya 12 mîlyon kesan bi alîkariyê heye. 7,6 mîlyon kes ji malên xwe bûn. 3,3 mîlyon kes bûn penaber. 220 hezar kes hatin kuştin, mîlyonek kes birîndar bûn.   

Mistura got ku "Sûriye niha 40 sal paşde çûye” û Sûriye ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê heta niha rê li ber krîza herî mezin a mirovî vekiriye. Mistura got,  "Ev trajediyeke rastî ye." 

Mistura diyar kir  pêwîst e biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY yên têkildarî korîdora mirovî, şervanên biyanî û komên terorîst bi awayekî rasteqîn bikevin pratîkê û pêşniyara NY a ji bo şerê li Helebê raweste bibîr xist.

Mistura got “Bi hikûmetê re nîqaşên me yên zêde hene” û diyar kir ji bo ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoyeke siyasî hêsan bikin ji bo Helebê sinyaleke baş hêvî dikin.”