12:51:33
Rojava News: Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki- Moon ragehand ku, Beşar Esed nekarî weke serkirde xwe bide qebûlkirin, da zanîn ku, Esed bo sedema zêdeyî 300 hezar welatiyên Sûriyê.
Derbarê vê yekê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki- Moon di hevpeyvîneka xwe de bo Radyoya Dengê Almanyayê daxwaz ji Rûsya û Amerîka kir ku, li ser agirbestê bimnînin, daku alîkariyên mirovî bigehin 5 milyon Sûrî yên ku,navçeyên dorpêçkirî dijîn.
Ban Ki-Moon aşkere kir ku, Beşar Esed nekarî weke serkirde xwe bide qebûlkirin, da zanîn ku, Esed bû sedema zêdeyî 300 hezar welatiyên Sûriyê.
Tê zanîn ku, di dema dawî yê de rewşa Sûriyê bi giştî û ya bajarê Helebê bi taybetî gelekî xirabûye, ew yeke jî li êrîşên Rûsya û rejîma Sûriyê li wî bajarî vedgere