12:13:25
Rojava News: Artêşa Tirkiyê ragehand, di 50'mîn roja Operasyona Mertala Feradê de 8 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin, 22 çekdar jî birîndar bûn.
Operasyona Artêşa Tirkiye û opozîsyona Sûriyê ku, wek Artêşa Azad tên binavkirin li Cerablus, Ezaz û Raî berdewam dike.
Artêşa Tirkiye roj bi roj pêşketin, şer û pevçûnên herêmê bi daxuyaniyên nivîskî diweşîne.Herwiha amarên kuştî û birîndaran belav dike.
Li gor daxuyaniyê, di roja 50'êmîn ya operasyonê de, li devera Aktarînê 19 endamên DAIŞ hatin kuştin. Da zanîn, di operasyonê de 8 endamên dijbereyên Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûn. Her wiha 77 xalên DAIŞ jî bi top û tankan hatine topbarankirin.