4:34:32 PM
Rojava News : Hêzên Rikberiya Sûrî, yên di odeya operesyonên mertala firatê de ne, îro nîvro, gundê Kefre li gundewarê Helebê kontirol kirin, piştî şer û pevçûnên dijwar bi çekdarên Daisê re.
Herweha, şer û pevçûnên dijwar di nav çekdarên Daişê û hêzên rikberiya Sûrî di hindirê gundê Ihtîmalat de rûdan, di dema ku hêzên Artêşa Tirkiyê bi roketan bargehên Daişê topbaran dikirin.
Di heman mijarî de, ajansa Amaq ya ser bi Rêxistina Daişê ve, ragihand ku hejmarek endamên rikberiya Sûri hatin kuştin, û hin birîndar ketin, di encama topbarana Rêxistinê ji bargehên wan re nêzîkî zeviyên El-Ala li gundewarê Helebê yê bakur.