4:45:47 PM
Rojava News : Çekdarên Rêxistina Daişê, îro sibehê, êrîşî bargehên Hêzên Rêjîma Sûrî, di taxa Hewîqa de kirin, û di encamê de hejmarek leşkerên Rêjîmê hatin kuştin.
Herweha, şer û pevçûnên giran di anv çekdarên Daişê û Hêzên Rêjîmê de li derdorê taxa Rişdiyê li bajarê Dêrazorê rûdan, di heman dema ku hêzên rêjîmê biroketan tax topbaran dikirin.
Li aliyeke din, balafirên şer bi roketên valahî taxa Hewîqa di bajarê Dêrazorê de topbaran kirin, bi armenca rawestandina êrîşa Daişê.
Di berdewamiya şer de, balafirên şer yên Rêjîmê derdorê balafirxana Dêrazorê ya leşerî topbaran kirin, di dema pevçûn di nav Rêjîm û Daişê de digeriyan.