Print this page

Esed: kurdên li Sûriyê serxwebûnê naxwazin

22:14:25

 

Rojava News: Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed got ku piraniya kurdên li Sûriyê serxwebûnê naxwazin.

Beşar Esed ji rojnameya Komsomolskaya Pravda ya rûsî re axivî û ragihand, “Em neçar in terorîstan ji Helebê derbixin. Ti bijardeyeke din nîne. Terorîst ji Tirkiyê tên Helebê. Eger em Helebê paqij bikin dê careke din terorîst vegerin Tirkiyê.”

Esed diyar kir ku operasyona Mertala Firatê ya bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê tê birêvebirin, li dijî hiqûqa navdewletî ye û hêvî xwest ku Tirkiye siyaseta xwe ya li hember Sûriyê biguhere.

Serokê Sûriyê di berdewama axaftina xwe de got, “Heta em ermeniyan, çeçenan, tirkan û ereban nenirxînin, em nikarin ligel kurdan biaxivin. Piraniya kurdan sexwebûnê naxwazin, tenê beşek biçûk dixwazin.”

Esed da zanîn ku guftûgoya hikûmetê ya ligel kurdan berdewam dike û wiha got, “Li hember DAIŞê me alîkarî da wan, çek ji wan re şand.”