Print this page

Li deriyê Bab El- Selam teqîn: 20 kuştî û 25 birîndar

23:40:57

 

Rojava News: Li bajarokê Izazê nêzîk Deriyê Bab El-Selam çekdarên DAIŞê xaleke pişkinînê ya opozîsyona Sûriyê bi rêya otombîleke bombekirî kire armanc, di encam de 20 çekdarê Cebheya El-Şamiyê hatin kuştin û 25ê din jî birîndar bûn.

Li gor ajansa Reutersê xwekujekî bi otombîleke bombekirî xaleke pişkinînê li nêzîk deriyê sînorî Bab El-Selan dikeve di navbera Tirkiyê û Sûriyê de teqand, di encama wê teqînê 20 çekdarên opozîsyona Sûriyê hatin kuştin û 25ê din birîndar bûn.

Ajansê da zanîn ku, ew çekdar ên grûpa El-Cebhe El- Şamiyê bû ku, wî deriyê sînorî kontirol dike. Ji aliyê xwe ve DAIŞê ew teqîn xiste stuyê xwe û berpirsyaretiya xwe jê re ragehand.