Print this page

li Dêrazorê şerekî giran rûda!

13:11:24

 

Rojava News: Şer û pevçûn di nav Hêzên Rêjîmê û çekdarên Daişê de li derdorê taxa El-Umal û Cibêlê li bajarê Dêrazorê rûdan, di dema ku Rêxistinê hewlên xwe dan bo di deverê de pêş bikeve.

Di heman dema pevçûnan de, balafirên şer yên Rêjîmê taxên cibêlê Umal û sînaa topbaran kirin, di dema ku bi roketan taxa Hewîqa li bajêr topbaran kirin.

Herweha, balafirên şer deriyê başûr ji bajarê Dêrazorê topbaran kirin, di heman dema ku pevçûnên giran di nav rêxistinê û Hêzên Rêjîmê de topbaran kirin, bê ku agahî derbarê pêşketina hêzekê himer ya din bên.

Li aliyeke din, şer û pevçûn di nav Hêzên rêjîmê û çekdarên Rêxistinê de nêzîkî çiyayê Serdê li başûrê balafirxana Dêrazorê ya leşkerî rûdan.