Print this page

Balafirên Rûsî taxên bajar û gundewarê Helebê topbaran kirin!

 

12:22:12

 

Rojava News: Balafirên Rûsî yên şer, îro sibe yekşemê, taxa Sukerî li bajarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de hejmarek ji welatiyan hetin kuştin û hin birîndar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.

Herweha, Balafirên Rûsî bi roketan taxa Ensarî û Inzarat û Selah El-Dîn li bajarê Helebê topbaran kirin, û Pevçûn di navbera Rikberiya Sûrî û Hêzên Rêjîmê de li derdora taxa Şêx Seyîd li başurê Helebê geriya.

Li aliyek din, Balafirên şer taxa Henano û Bistan Qesir li bajarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de malên welatiyan wêran bûn.

Di çarçoveyê de, Balafirên Rûsî bi roketên valahî bajarokê Qebtan El-Cebel û Incare û Kefir Naha li gundewarê Helebê topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.