Print this page

Rûsya barhilgireka firokeyan dişîne Sûriyê

2:32:48 PM

RojavaNews: Rûsya barhilgireke xwe ya firokeyan bi armanca piştgirî û parastina hêza xwe li wî welatî rêdike Sûriyê.

Derbarê vê yekê Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir ku, tê de tekez kir barhilgira firokeyan a Sûrî Amîral Kozintsov ligel çend kekên mezin ber bi deryaya Spî ve diçin daku, li Sûriyê bicih bibin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ew barhilgira firokeyan bi armanca parastina Hêzên wî welatî li Sûriyê ye Herwiha da ku, bersiva her êrîşekê li himberî wan were kirin bidin.

Şandina barhilgira firokeyan piştî wê yekê hat ku, Wezîrê Bergiriyê berî çend heftiya ragehandibû ku, bi mebesta piştgirî û parastina hêza xwe ya li Sûriyê ew dê barhilgirekê bişîn in Sûriyê.