Print this page

Rikberiya Sûrî êrîşek Rêjîmê li Helebe kevnar têk birin

4:34:18 PM

Rojava News :  Rikberiya Sûrî êrîşek Hêzên Rêjîmê li ser eniya Mîselon û Qestel Heramî li Helebe kevnar têk birin, û Pevçûn di navbera Rikberiya Sûrî û Hêzên Rêjîmê de geriyan, û di encamê de Çar ji Rêjîme hetin kuştin.

Herweha, Pevçûn di navbera Rikberuya Sûrî û Hêzên Rêjîme de li derdora taxa Şêx Seid li bajarê Helebê geriya, bêy pêşketina aliyel li ser yê din.

Di çarçoveyê de, Balafirên Rûsî yên şer gundê Hezreyîye li gundewarê Helebê yê başûr topbaran kirin, û di encamê de Çar kesên sivîl hetin kuştin, û bi dehan birîndar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.