13:09:18
Rojava News: Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku em li benda Amerîkayê ne kesên ku li Helebê hatine kuştin şermezar bike.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku em li benda Amerîkayê ne kesên ku bi bombebarana valafira Belçikayê li çoltera Helebê hatine kuştin şermezar bike. Bila CNN jî vê bike nûçe.
Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama êrişeke hewayî ya li navçeya Hassadjeka Helebê 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya wezaretê êrişa bombebaranî ji terefê balafirên F-16 ên Belçikayê ve pêk hat.
Herwiha Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî ev êrişa ku bû sebebê kuştina sivîlan şermezar kir û di hisabê xwe yê facebooke de ragihand ku em li benda Amerîkayê ne ku vê êrişa ser sivîlên mahsum şermezar bike.
Zaxarova di berdewamiya peyama xwe de got: "CNN, ji bo kesên kuştî dikare kampanyayeke di rê de bide destpêkirin û dê bikaribe wêneyên kesên kuştî bi hêsanî peyde bike."
Amanpour, di êrişa ku zarokê sûriyeyî Umran birîndar bibû de îdîa kiribû ku Rûsyayê ew êriş pêk aniye. Ji aliyê din ve Zaxarovayê jî got: "CNN, li Sûriyeyê li pey karesatan e, hemû bûyeran nake nûçe û nûçeyan ji xwe re hildibijê re."