13:22:06
Rojava News: Malperên nêzîkî Rêjîma Sûrî ragihandin ku Rêjîma niha rêgirên leşkerî li ser rêya kastêlo rakirin, da ku çekdarên di taxên rojhelat yên bajarê Helebê derkevin.
Heman malperan diyar kir ku nifşê pêşî ji endamên rikberiyê dê biçin Idlibê, û domand ku hebûna Rêjîmê tenê wê li her du aliyên rê bin.
Hikûmeta Rûsî berî niha agirbest 8 demjimêrî li Helebê ragihand bû, lê behsa derxistina rikberiya Sûrî, an derbaskirina alîkariyên navnetewî bo taxên Helebê ne kirbû.
Rikberiya Sûrî ragihand ku ew bangên derxistina rêxistina Fetih El-Şam ji Helebê red kir bû, û diyar kirk u çare li Sûriyê tenê bi çekan çê dibe, çimkî Rêjîma Sûrî tenê bi zimanê agir û hesin fêm dike.