Print this page

Herdu berbijêrên serokatiya Emrîka helwêsta xwe ji kirîza Sûriyê diyarkrin

5:32:47 PM

RojavaNews: Di rûbrûbuna dawî de ya herdu berbijêrên serokatiya Emrîka donald Tiramp û Hîlarî kilînton de herdu aliyan helwêsta xwe ji kirîza Sûriyê diyarkrin .

Kilînton ji aliyê xwede got ku piştî rêzgarkirina Mûslê ewê berê xwe bidin Sûriyê û  bi pêwîst dît ku divê serkirdên DAIŞê bên ji navbirin herweha kilînton tekezî kir li ser avakirine devereke dijî firîn ji bo parastina sivîlan li Helebê .

Tiramb ji aliyê xwede sivkatî bi ragehandinên kilînton kir û, got ku welatê wan lîstik bê tê kirin ji aliyê Esed û Îran û Rusyê ve û çuna Esed ji mana wî xerabtre .