10:50:08
Rojava News:Di çarçoveya Operasyona rizgarkirina Mûsilê de 40 zarokên çekdar ên Sûrî li wî bajarî hatin kuştin ku, ew zarok binavê zarokên Xilafetê dihatin naskirin.
Derbarê vê yekê Rewangeha Sûrê ya Mafê Mirovan daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir tê de ragehand ku, di roja xwe ya 7an a Operasyona rizgarkirina Mûsilê DAIŞê malbatên 38 zarokan agehdar kirine ku, zarokên wan di şerê Mûsilê de hatine kuştin.
Rewangehê da zanîn ku, , DAIŞê ew zarokên çekdar ên ji xwe re perwerdekiribûn û bi zarokên Xilafetê dihatin naskirin, herwiha hemû zarokên malbatên bajarê Reqayê ne.
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di roja 7an de a Operasyona rizgarkirina Mûsilê di pêşveçûnên xwe de berdewam in.