4:12:33 PM
Rojava News : Rikberiya Sûrî êrîşek Hêzên Rêjîmê li ser eniya Şêx Litfî başûrê rojhelata Helebê têk birin.
Herweha, Pevçûnên giran di navbera Rikberiya Sûrî û Hêzên Rêjîmê de li derdora taxê rûda. Û Hêzên Rêjîmê bi topan û roketan tax topbaran kirin
Di heman demê de, Hêzên Rêjîmê û Balafirên Rûsî bi topan û roketan û bombeyên goşeyî tax topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên, li aliyek din pevçûn di navbera Hêzên Rêjîmê û Rikberiya Sûrî de li ser eniya projeya 1070 li başûrê Helebê rûda.
Di çarçoveyê de, Balafirên Rûsî bi roketên valahî û bombeyên goşeyî taxa Raşdîn û bazarê Cebes û bajarokê Îyeqid Ides û Kefir Hemra û Miarit Irtîq û Xan Iysel û bajarê Inêdan li bajarê Helebê topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.