10:43:49
Rojava News: Balafirên Rûsî yên şer bi bombeyên goşeyî û roketên valahî taxên bajarê Tîbet El-Îmam li gundewarê Hema yê bakur topbaran kirin, û di encamê de hejmarek ji welatiyan birîndar bûn, û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.
Herweha, Balafirên şer bi roketan taxên bajarê Soran û Letemnê û kefir Zêta li gundewarê Hema yê bakur topbaran kirin.
Di heman demê de, Hêzên Rêjîmê bi roketan bajarê Morik bakurê Hema topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.
Di çarçoveyê de, dijbereya Sûrî bi avêjerên roketan û topên giran bargehên Rêjîmê li Çiyayê Zên El-Abdîn nêzîkî bajarê Hema topbaran kirin, bê ku agahî derbarî Rêjîmê bên.
Li aliyek din,dijbereya Sûrî hewil dan ku li navenda bajarê Hema pêşkevin, û Rêjîmê ji Çiyayê Zên El-Abdîn yê stratîjîk derxînin.