Print this page

Tirkiyê: Li Bakurê Sûriyê 159 gund û navçe hatine kontrolkirin

11:58:03

 

Rojava News: Artêşa Tirkiyê ragehand ku, di 63'emîn roja operasyona Mertala Feratê de baregehên DAIŞ û YPG bombebaran kirin. Di şer û pevçûnan de, 5 endamên Artêşa Azad hatin kuştin 28 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyeke nivîskî de ragehandin ku, 72 baregehên DAIŞ bi balefir û topan hatine bombebaran kirin û gundên Tuways, El-Xerz û Tilatîna bi piranî hatine kontrol kirin.

Da zanîn ku, ji destpêka operasyonê ve, 159 gund û navçe hatine kontrolkirin û 1280 km çargoşe xak hatiye kontrolkirin û di nav 24 demjimêran de 5 endamên opozîsyona alîgirên Tirkiyê hatine kuştin û 28 jî birîndar bûne.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dabû xuyakirin ku, ew destûrê nadin ku, Tirkiye baregehên YPG bombebaran bike.