3:27:43 PM
RojavaNews: Rewangiha Sûriyê ya mafê mirovan îro ragihand, ku di êrîşa asmanî li ser bajarokê Has li Parêzgiha Idlibê ya ku , di keve di bin kontrola Opozisyonê de Nêzîkî 16 kesî di nav wan de zarok jî hebûn hatin kuştin.
Û li gor raportekî ku , telefizyona Sûriyê belavkiribû , ku hijmarek ji çekdaran jî di encama bombebarana pêgihên wan li devera Has hatin kuştin.
Herwiha Rewangihê got ku , balefirên şer hijmarek ji pêgihan li bajarokê Has bombebaran kir.