Print this page

Balafirên Rûsî gundewarê Helebê topbaran kirin

4:42:51 PM

Rojava News :  Balafirên Rûsî yên şer gund û bajarok li gundewarê Helebê yê rojava topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.

Herweha, Balafirên Rûsî taxên bajarokê Kefir Deil û Orum El-Kubra û Besrton û Foca 46 û devera Muhendsîn li gundewarê Helebê yê rojava topbaran kirin, û di encamê de malên welatiyan wêran bûn, bê ku agahî derbarî ziyanan bên 

Li aliyek din, Balafirên Rûsî yên şer bi roketên valahî û hejînî û bombeyên goşeyî devera 1070 û taxa Reşdîn û dibistane Hekme li başûrê rojava Helebê topbaran kirin.

Di heman demê de, Pevçûn di navbera Hêzên Rêjîmê û Rikberiya Sûrî de li derdora devera 1070 rûda di hewildane Rêjîmê ku li deverê pêşkevê.