12:14:58
Rojava News: Vegera penaberên sûrî bo bajarê Cerablusê li bakûrî welat piştî berdana Daiş ji bajar di çarçoveya operasiyona Mertala Firatê ya rikberiya sûriya bi alîkariya Tirkiya û hevpeymaniya navwelatî destpê kiribûn, berdewame.
Li gorî ragihandina ajansa Anadoul ya Tirkî ku hejmara penaberên vegeriyane bajar giha 7 hezar û 741 kesan, piştî ku belgeyên xwe li rêvebiriya koçberiyê ya bi ser parêzgeha Dîlokê de di dawî anîn.
Herweha hejmarek ji rêxistinan alîkariyên xwe ji penaberên ku vedigerin bajar berdewam dikin, û li ser sere wan rêxistina heyva Sor ya Tirkiya.
Hêjayî gotinê ku di çarçoveya operasiyona Mertala Firatê ya di 24ê heyva tebaxê de bi alîkariya Artêşa Tirkiya destpê kiribû, 1000 kîlmetrên çar goşe ji daiş di 40 rojan de vegerandin.