09:45:26
Rojava News: Li gorî hin medyayên Îranê, fermandeyekî din ê Supaya Pasdaran a Îranê di şerê Helebê yê Sûriyê hatiye kuştin.
Medyayên Îranê belav kirine, ku generalekî din ê wî welatî di şerê Sûriyê de hat kuştin.
Li gorî wan zanyariyan, Fermandeyê Supaya Pasdaran a Îranê yê bi navê MihemedElî MihemedHûseynî li bajarê Helebê hatiye kuştin.
MihemedElî MihemedHusêynî weke Fermandeyê Hêza Taybet a Komando ya Supaya Pasdaran dihat naskirin û pêr înê 28ê Cotmeha 2016 li Helebê di êrişa çekdarên Dijbereya Sûriyê de hatiye kuştin.
Hêzên Dijbereya Sûriyê di wan rojên dawiyê de dest bi operasyoneke berfireh bo şikandine dorpêça Artêşa Sûriyê bo ser Helebê kirine û li hin cihan pêşketin bi dest xistine.