Print this page

Rûsya: Divê kuştinên sivîl ên koalîsyonê li Iraq û Sûriyeyê werin lêpirsîn

Rojava News: Nûnerê berpirsê mafên mirov ê Wezareta Derve yê Rûsyayê Konstantîn Dolgov ragihand ku divê kuştinên sivîl ên koalîsyonê li Iraq û Sûriyeyê werin lêpirsîn.

Nûnerê berpirsê mafên mirov ê Wezareta Derve yê Rûsyayê Konstantîn Dolgov ragihand ku divê kuştinên sivîl ên koalîsyona navneteweyî ya di bin pêşengiya Amerîkayê de li Iraq û Sûriyeyê werin lêpirsîn û berpirsên wê bên cezakirin.

Konstantîn Dolgov di civîna çapemenî ya ajansa nûçeyan a Rossiya Segondyayê de got: "Di êrişên hewayî yên koalîsyona navneteweyî ya di pêşengiya Amerîkayê de li Iraq û Sûriyeyê de ne bi awayekî xeyal, bi rastî sivîl têne kuştin. Dive ev hemû bûyer werin lêpirsîn."

Dolgov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tu kes bertekê nîşanî van êrişan nade, digel wê dixwazin van bûyeran di stûwê Rûsyayê xin. Halbukî bombe li Mûsilê têne barandin û li wir sivîl têne kuştin. Standarda dualî sepaneke bi talûke ye. Lewra zirarê dide baweriya bi hiqûqê."

Dîplomatê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Rûsyayê, ji bo êrişên hewayî yên koalîsyona navneteweyî li Iraq û Sûriyeyê li ser sivîlan delîlên berbiçav pêşkêş kirine. Em dixwazin bertekan nîşanî van êrişan bidin.

Divê ev bûyerên ku qewimîne yek bi yek bi awayekî objektîf werin lêkolînkirin û berpirsên wan bên cezakirin."