12:15:29
Rojava News: Di roja 70 ya operasyona Mertala Feradê de, 120 baregehan DAIŞ hatin topbarankirin û di şer û pevçûnan de 12 endamên Artêşa Azad birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê derbarê pêşketinên Operasyona Mertala Feradê de daxuyaniyek nivîskî belav kir,tê de ragehand ku, di heyama 24 demjimêran de, Artêşa Tirkiyê 120 baregehên DAIŞ û 2 binkeyên YPG topbaran kirine.
Li gor daxuyaniya Artêşa Tirkiyê, li herêma Mare û Raî, deverên gundên Şidûd û Şadirê pevçûnên dijwar rû didin û di encamê de 12 endamên Artêşa Azad ku bi piştevaniya Tirkiyê operasyon dikin, birîndar bûne.
Ji destpêka operasyonê ve 170 gund û navçe û 1.350 metrên çargoşe herêm hatiye kontrolkirin.