Print this page

Baranê konê koçberan li ber xwe bir

4:31:27 PM

Rojava News : Di encama baranên pir de, konên çadir yên koçberên sûrî li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê li ber avê çûn.

Li gorî dîmenên ku belavbûn, ew xelkên di wan kampan bê cih man piştî avê konê wan li ber xwe bir, û ew ji gundewarê Helebê reviya bûn.

Li aliyeke din xelkên di kampan de ji hêzên mertala firatê xwestin ku wan veguhêzin gundên ji dest Daişê kontirol kirine.

Rikberiya Sûrî di dema dawî de şerê xwe himber Daişê berdewam kir, bi piştgiriya Artêşa Tirkiyê, di dema ku hêzên Sûriya demoqratîk ji aliyê xwe bi alîyê Babê ve pêş dikevin, û xelkên wan gundan berê xwe dan bajarê Efrînê.