11:40:48
Rojava News: Hikûmeta Tirkiyê dest bi amedekariya êrişa li ser bajêrê Reqayê yê Sûriyê kiriye û Amerîka jî razîbûna xwe nîşan daye.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîka(Pentagon) Peter Cook gotinên Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê, Numan Kurtuluş piştrast dike ku Amerîka razîbûna xwe nîşan daye ji bo beşdarbûna Tirkiyê di şerê Reqayê de.
Peter Cook pêşbînî dike ku di heyama çend hefteyên bê de operasyona rizgarkirina Reqayê dest pê bike li ber vê jî Tirkiye bi taybet perwerdeya leşkerî dide wan hêzên opozîsyona Sûrî ya ku nêzîkî Enqerê ne.
Amadekariyên Tirkiyê di demekê de ye ku beşdarbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nehatiye redkirin. Wek tê zanîn YPG hêza sereke ya HSDê ye.