10:45:46
Rojava News: Tirkiye hewl dide tevli operasyona Reqayê bibe û rê li beşdariya hêzên kurdî jî bigire
Li gor agahiyan, Tirkiyê li Hatayê grûpên çekdar ên ereb amade dike ji bo ku ew bi xwe di şerê kontrolkirina Reqayê de beşdar bibin. Tê gotin ku Amerîka jî gulopa kesek ji Tirkiyê re pêxistiye û dixwaze hemahengiyê bi Rûsyayê re jî bike.
Herweha Tirkiyê pêwendî bi Rûsya re kiriye û dixwaze razîbûna wî welatî jî li ser vê mijarê werbigire û wê sozê bide Rûsyayê ku ew destwerndanê di nav rewşa Helebê de nake.
Bi gotina hin çavdêrên siyasî û leşkerî, Tirkiye çekdarên ereb ji bo şerê Reqayê amade dike. Bi gotina wan şirovekaran jî, ev gava Tirkiyê bi gulopa kesk ji aliyê Amerîkayê û herwiha bi hevahengî ligel Rûsyayê tê.
Li gorî wan çavdêran, li hember wê yekê jî pêwîst e Tirkiye destwerdanê di Helebê de neke.
Ji aliyê xwe ve Tirkiyê eşkere kir, ku ew di pêwendiyên xwe yên ligel Amerîkayê de, beşdariya hêzên kurdî di operasyona kontrolkirina Reqayê de red kiriye.
Tirkiye li şûna van hêzên kurdî bi hezaran çekdarên opozisyonê dide pêş, bi taybetî ji Artêşa Azad a Sûriyê.
Ev gava Tirkiyê di çarçoveya Operasyona Mertala Feratê de tê û li gorî gotina rayedarên Tirkiyê, ev gav ji bo têkbirina çekdarên DAIŞê li bajarê Reqa û derdorê ye, ku weke paytexta DAIŞê hatiye binavkirin.