Print this page

Li bakurê Sûriyê penaber di rewşeke xirab de dijîn

11:24:52

 

Rojava News: Penaberên Sûrî yên ku, ji êrîşên rejîma Sûriyê û Rûsyayê li ser parêzgeha Heleb û Idlibê reviyane û  li kempan de li ser sînorî navbera Tirkiyê û sûriyê de dijîn di bin avê de mane û rewşa wan pir xirabe.

Li gor çalakvanan bi sedema baran barînê penaberên di kempên deverên di navbera deriyê sînorî Bab El-Selame û bajarokê Izaz, herwiha kampên Etmê yên nêzîkî sînorê Tirkiyê di nav golek herî de mane.

Herwiha çalakvanan dan zanîn ku, baya bihêz û baranê çadirên wan penaberan ji cih rakirin û rastî ziyaneke mezin bûn, herwiha di rewşeke xirab de dijîn, ji aliyekê ve serma û ji aliyeke din ve herî û baranê çadirên wan li ber xwe birin.