Print this page

Balafirên Rûsî gundewarê Helebê yê rojava topbaran kirin

11:40:18

 

Rojava News: Balafirên Rûsî yên şer gundewarê Helebê yê rojava topbaran kirin, û di encamê de malên welatiyan wêran bûn.

Herweha, Balafirên Rûsî bi roketên valahî taxên gundê Mîznaz û bajarokê Kefir Naha topbaran kirin, û di encamê de malên welatiyan wêran bûn, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.

Di heman demê de, Balafirên Rûsî bi roketên valahî derdora Focê 46 topbaran kirin, û bi Mîtralyozên giran taxên bajarê Der Iza li gundewarê Helebê yê rojava topbaran kirin, û malên welatiyan wêran bûn.

li aliyek din, Helîkopterên Rêjîmê bermîlên teqîner li ser taxa Kehruba nêzîkî Kefir Naha û bajarokê Xan Isel û Beşqatîn avitên, di dema ku Rêjîmê bi topan herdû bajar topbaran kirin, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.