12:01:02
Rojava News: Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bo êrişa Amerîkayê ragihand ku ew êriş plankirî bû û herî zêde jî bi kêrî rêxistina terorîst a DAIŞê hat.
Esad: ‘Ez plan dikim heta sala 2021an li ser peywira xwe bim' Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bo êrişa Amerîkayê ku di meha îlonê de baregeheke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê bombebaran kiribû ragihand ku ew êriş plankirî bû û herî zêde jî bi kêrî rêxistina terorîst a DAIŞê hat.
Hêza Hewayî ya Amerîkayê di 17ê Îlona 2016an de bi balafiran êrişî baregeheke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê kiribû û di encama êrişê de 80 leşker hatibûn kuştin û bi 100an leşker jî birîndar bibûn.
Herwiha Wezareta Parastin a Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku êriş ji terefê hêzên koalîsyona dijberiya DAIŞê ve bi şaşî hat kirin û Brîtanya, Avusturalya û Danîmarka jî li xwe mikur hatin ku balafirên wan tevlî operasyonê bûne.