Print this page

Rêjîma Sûrî Letamnê bi kilor topbaran kir

10:41:09

 

Rojava News: Balafirên Helîkopter yên Rêjîmê bermîlên teqîner barkirî xaza Kilorê li ser taxên bajarê Letamnê li gundewarê Hema yê bakur avêtin, û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl hatin kuştin.

Herweha Helîkopterên Rêjîmê bermîlên teqîner li ser taxên bajarê Tîbet El-Îmam avêtin, di heman dema balafirên şer bajar topbaran dikirin.

Di heman mijarî de, balafirên şer bi roketên valahî gundên Lehaya û Biwêde li gundewarê Hema yê bakur topbaran kirin.

Ji aliyê xwe ve, çekdarên Rikberiya Sûrî bi topa giran bargehên Rêjîmê di bajarê Soran de li gundewarê Hema yê bakur topbaran kirin.